SerekeSîyasî

Opozîsîya T’irk’îyayêye sereke wê r’aportê derheqa k’urdada hazirke

Opozîsîya T’irk’îyayêye sereke, partîya T’irk’îyayêye cime’tîyê-r’êspûblîkîyê, soz daye ku wê r’aportê derheqa k’urdên T’irk’îyayêda hazirke, çimkî partîya p’êwendîyên xweye t’evî partîya Dêmokrasîya Gela berfire dike. Lîdêrê wê K’emal K’iliçdarog’lû çendik-çend cara derheqa pirsgirêka k’urdaye li T’irk’îyayê bîr anîye.Partîya K’iliçdarog’lû hevk’arîya xwe t’evî partîya Dêmokrasîya Gela wextê hilbijartinên serokê dewletêye sala 2O18-a, destpê kirîye. Derheqa pirsgirêka k’urdada, K’iliçdarog’lû r’oja sêşemê xeberdaye. “Pirsgirêka k’urda îdî 4O sale tê gotûbêjkirinê.Ez li vir soz didime we, ku çawa serokê partîyayê ezê vê pirsgirêkê nava doranên standartên dîplomatîk û serbixwetîya T’irk’îyayê h’elkim”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button