SerekeSîyasî

T’irk’îya li ser wê t’abîyê sekinîye, ku şer’k’arîya li Sûrîyayê, Îraqê û Lîbîyayê bighîne serk’eftinê: Êrdog’an

Serokê T’irk’îyayê R’eceb T’ayb Êrdog’an 3O-ê tîrmehê girêdayî cejinê Qurbanêr’a, nava axavtina xweda e’lam kirîye,wekî T’irk’îya li ser wê t’abîyêye ku wê şer’k’arîyê, ya ku ew bi çend e’nîyava mîyaser dike, nava wanda li Sûrîyayê, Îraqê û Lîbîyayê bighîne serk’eftinê. Bi gotina Êrdog’an meha t’ebaxê nava dîroka cime’ta t’irkada çawa meha serk’eftina tê h’esabê. “Em hazirin destanînên dîrokîye nû nifşên t’ezer’a bihêlin”,- serokê T’irk’îyayê gotîye.Ewî usa jî derheqa dêra Sofîya Pîrozda gotîye, ya ku werguhêzî mizgeftê kirine. “T’irk’îyayê p’arastina mafên xweye serbixwe berdewamke, çawa ku ew yek r’oja înîyê hate kirinê û mizgefta Sofîya Pîroz hate vekirinê”,-Êrdog’an gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button