Wezîrê T’irk’îyayêyî p’arastinê Hûlûsî Akar hîvî ji Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye, ku dijî Enqerê sanksîya pêşda nek’işîne, yên ku r’ûê k’ir’îna komplêk’sên R’ûsîyayêye ek’sîhewêye S-4OO-da gerekê bêne pêşdak’işandinê. Em gumanin,wekî Kongrêsê usa bike, ku hevk’arîya meye stratêcî qewînbe”,-Akar gotîye.Em bêjin,wekî Ştatên Yekbûyî qirara derheqa wê yekêda qebûl kirîye, çimkî T’irk’îyayê e’şaretîya ŞAY h’esab hildneda û komplêk’sên R’ûsîyayêye r’okêtaye ek’sîhewê k’ir’în. Sala derbazbûyî T’irk’îyayê bangî Kongrêsê kir, ku qirarên wî cûr’eyî neyêne qebûlkirinê, lê bangên wê bêyî guhdarî man.
Herwiha kontr’ol bike
Close