H’emû nûçe

“Aparata ermenîye bêpîlote derbgîhandinê”: wezîr vîdêo belav kirîye

Aparatên ermenîye bêpîlot îdî hatine xebitandinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî têk’nolocîyên bilind Hakob Arşakyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye û r’exda vîdêoya aparata ermenîye bêpîlot /dronê/ r’aber kirîye. Vîdêoyêda tê k’ifşê, ku drona ermenî çawa diger’e û nîşangeha xwe dibîne.Em bîr bînin,wekî wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan hela hê pêşda e’lam kiribû,wekî 13-ê tîrmehê wê nava dîrokêda çawa r’oja xebitandina aparata ermenîye bêpîlot bê k’ifşkirinê. Wê r’ojê aparatên ermenîye bêpîlot nava qewilên şêr’da hatine xebitandinê û gihîştine encamên gelekî baş.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button