H’emû nûçeSereke

Ew yek fe’mdarî nîne, wextê ku ew gotina E’lîêve “hela hê dereng nîne” wê k’engêbe:Davît’ Tonoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê derheqa e’lametîyên seroketîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasîye h’işkda xeberdaye û bi t’aybetî derheqa e’lametîya E’lîêve “hela hê dereng nîne, t’opraxên me aza bikin” daye dîyarkirinê û gotîye,wekî bona alîyê ermenîya ew yek fe’mdarî nîne, ku dereng k’engêye. “Serekwezîrê k’omara me û serokê Arsaxê her dem bi e’lametîyên aşîtîp’arîzîyêva pêşda hatine û bang kirine, ku hevr’axeberdana berdewam bikin. Girêdayî vê yekêr’a fe’mdarî nîne, ku seroketîya welatê cînar çi dibêje. Çawa wezîrê p’arastinê, minê bixwesta bizanibûya, ku “hela hê dereng nîne”, k’engêye,- Tonoyan gotîye. Bi xeberdana derheqa e’lametîyên seroketîya Adirbêcanêye leşkerîda,wekî ew hazirin û t’enê hîvîya fermanêne,wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê gotîye, wekî li vir jî hîvîya fermanêne. “Bûyarên Tavûşêye dawî şe’detîya wê yekê didin,wekî azêrî bi mecalên têxnîkîye we’dê niha nikaribûn bighîştana açixîyê û zyaneke mezin k’etin”,-Tonoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button