H’emû nûçe

Fîlma derheqa k’omkujîya Ermenîda, ya bi sernavê “Soz” nava fonda fîlmaye Netflix-ne

Ji h’eyştê t’ebaxê fîlma “Soz” wê bona t’emaşevana diha zêde berdestbe.Ev dirama derheqa k’omkujîya Ermenîda wê bik’eve nava berevokên Netflix-ye fîlma. Derheqa wê yekêda komîsîya data ermenîyên Amêrîkayê e’lam kirîye. Prêmîyêra fîlmê sala 2O16-a, 11-ê îlonê wextê fêstîvala Torontoyêye navnet’ewî derbaz bûye. Prêmîyêra fîlmêye li Ermenîstanê 27-ê nîsana sala 2O17-a derbaz bûye. Fîlm bi zimanên ermenî, înglîzî û r’ûsî hatine nîşandayînê. Ew derheqa bûyarên li împêratorîya osmanî dide k’ifşê. Fîlma dîyarkirî bi înîsîyatîva xêrkirê ermenîyî ji Amêrîkayê K’irk K’irkoryan hatîye k’işandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button