SerekeSîyasî

H’ukumata Almanîyayê ew qirar qebûl kirîye, ku sîlih’a bifroşine T’irk’îyayê, nenihêr’î wê yekê,wekî ew yek qedexekirîye

Nava neh mehada, wextê ku T’irk’îyayê opêrasyîona leşkerî li Sûrîyayê destpê kir, h’ukumata Almanîyayê dayîna sîlih’aye bona T’irk’îyayê, ya bahê 26 mîlîon yêvro, qebûl kirîye.Nava t’emamîya sala 2O19-da, Almanîyayê bahê 31,6 mîlîon yêvro sîlih’ frotine T’irk’îyayê. Em bîr bînin,wekî h’ukumata Almanîyayê destpêka meha cotmeha sala 2O19-a, opêrasyîona t’irkaye li Sûrîyayê, ya dijî k’urdên li bakûrê Sûrîyayê, gunek’ar kir. Almanîyayê ew opêrasîyon çawa ya dijî mafê navnet’ewî qîmet kir. Bo wê yekê h’ukumata Almanîyayê qedexa firotana sîlih’aye bo T’irk’îyayê danî li ser hinek sîlih’a û têxnîka leşkerî. T’irk’îya û Almanîya endamên NATO-ne. Feqet firotana hinek sîlih’a li Almanîyayê gelek hevr’aqayîlnebûna pêşda tîne, girêdayî t’evbûna t’irkaye t’evî şer’ê li Lîbîyayê û h’alê sertî di navbera T’irk’îyayê û Yûnanistanêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button