H’emû nûçe

K’omkujîya li Şengalê şermezarîya civaka navnet’ewîye

Wek’îltîya kongira “Starê”-ye li Libnanê e’lam kirîye,wekî k’omkujîya êzdîya, ya ku li ber ç’e’vê t’emamîya dinîyayê hate kirinê, nava dîrokêda bû r’ûp’elekî şermê. Girêdayî salveger’a k’omkujîya êzdîyên Şengalêr’a, wek’îlên kongira “Starê”-ye li Bêyrût’ê bi e’lametîyêva pêşda hatine.Nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî ew k’omkujîya dijî êzdîyên Şengalê, ya ku sala 2O14-a qewimî, gunek’ar dikin. Hatîye gotinê,wekî ev xirabk’arî sedsala 21-da li ber ç’e’vên civaka navnet’ewî hatine kirinê û cêr’ibandin nehate kirinê, ku wê yekê bidine sekinandinê.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî bûyarên sisê t’ebaxa sala 2O14-ye li Şengalê, bûne nîşana şermê nava dîroka t’emamîya merivatîyêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button