H’emû nûçeSereke

Piştî t’eqîna li Bêyrût’ê derheqa wefatbûna şeş ermenîyada e’yan bûye, lê ew h’ejmar dikare zêdebe: wezîreta k’arên der

R’ûê t’eqîna li îskela Bêyrût’ê, û usa jî li t’emamîya Bêyrût’ê gelek avayî h’edimîne. Li meh’elên ermenîya xêncî avayîa usa jî dêra ermenî û avayê zankoya Haykazyan zyanê k’etine. “Anegorî h’esabên niha înformasîya hatine stendinê,wekî şeş ermenî wefat bûne û nêzîkî sedî birîndarin.Feqet ev hejmar dikarin zêdebin, çimkî hejmara merivên bê ser-berat’e undabûyî mezine.Niha em t’evî hevalk’arên xwe ssênarên cûr’e-cûr’e gotûbêj dikin, bona ku alîk’arîyê bidine cime’ta Libnanêye dost”,-k’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye k’arên der Anna Nag’dalyanê fêysbûkêda nivîsîye.Em bêjin, anegorî înformasîyayên pêşda stendî, çarê t’ebaxê li Bêyrût’ê, li neh’îya îskelê, t’eqîneke mezin qewimîye.Anegorî h’esabên pêşda hatîye gotinê,wekî 78 meriv wefat bûne, lê hejmara zyank’êşa gihîştîye çar h’ezara. Serekwezîrê Libnanê t’eslîm kirîye, ku me’nîyên t’eqînê lêk’olînkin û nava 48 seh’etada neheqa li ber cabdarîyê bidine sekinandinê. Hatîye r’agîhandinê,wekî avayê baylozxana Ermenîstanêye li Libnanê jî zyanê k’etîye. Nava wefatbûyada usa jî k’atibê partîya “K’at’ayb”-ê Nizar Nacaryane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button