H’emû nûçe

Bo alîk’arîya ermenîyên Libnanê li fonda Ermenîstanêye h’emermenîye “Ermenîstan”-ê h’esab hatîye vekirinê

Bo alîk’arîya leze bo ermenîyên Libnanê, li fonda h’emermenîye “Ermenîstan”-ê hejmara h’esab hatîye vekirinê.Derheqa wê yekêda malp’er’a fonda h’emermenîye ” Ermenîstan”-ê e’lamî “Armênprêss”-ê kirîye. Wextê civîna h’ukumatê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr derheqa wê yekêda xeberdaye.” Ji bo wan h’emûya, yên ku dixwezin p’êşk’êşkirina bikin bo cime’ta Lîbananê, e’lam dikim,wekî ji alîyê fonda h’emermenîye “Ermenîstan”-ê li banka Merk’ezîda h’esab hatîye vekirinê”:- Nîkol P’aşînyan gotîye.Çarê t’ebaxê t’eqîneke mezin li p’ayt’extê Libnanê- Bêyrût’ê qewimîye.Dîtindara ew yek şikil kirine. Wezîreta Libnanêy saxlemîxweykirinê e’lam kiribû, wekî ew gerekê hazirbin bona qebûlkirina birîndara, lê wezîrê saxlemîxweykirinê bi têlêvîzîyonê e’lam kiribû,wekî r’eqema birîndara gelek mezine. Li welêt pêncê t’ebaxê çawa r’oja şînê hatibû e’lamkirinê. Bi salixên xilazîyê , r’eqema wefatbûya gihîştîye sedî, lê çar h’ezar jî birîndarin.Nava zyank’eşada 11 ermenî hene.K’atiba pirêssayê, ya serekwezîrê Ermenîstanê Manê Gêvorgyanê e’lam kirîye, wekî h’ukumata Ermenîstanê bi destî wezîreta k’arên der û ofîsa wek’îlê k’arên Dîyasporayê her dem t’evî h’ukumata Libnanê û wek’îlên sîstêmên Dîyasporayê nava p’êwendîyadane bona ku alîk’aîyê bişîne Libnanê.Ermenîstanê bi teyara cuda dermana, dem û dezgên doxtirîyê û xurek bighîne Libnanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button