H’emû nûçe

Hevaltîya Modêrnayê t’evî çend welata hevr’axeberdan bona dayîna vak’sîna xwe destpê kirîye

Hevaltîya Nûbar Afêyane bi navê Modêrna t’evî çend welata hevr’axeberdan destpê kirine bona ku p’evk’evin ku çi cûr’eyî vak’sîna koronavîrûsê bidine wan.Hevaltîyê îdî 4OO mîlîon dolar bi cûr’ê dêpozîtê stendine. Derheqa wê yekêda ajansa R’oyt’êrsê r’agîhandîye.H’evtîya derbazbûyî hevaltîyê e’lam kiribû,wekî hinekî dereng wê cêr’ibandin li ser 3O-î h’ezar merivî bêne derbazkirinê, bona ku bidine k’ifşê,wekî vak’sîna bêqezîyaye û k’ardare.Hîvîyêne,wekî vak’sînayê bona xebitandina bi berfireyî wê h’etanî dawîya salê hazirbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button