H’emû nûçeSereke

Êzdîya şeş salî li ser k’ursîya serekwezîrê Îraqê r’ûniştîye

Şikilên Xerîb Xêro, k’îjanada ew li ser k’ursîya serekwezîrê Îraqê r’ûniştîye, nava t’or’ên sosîyalîda layîqî guhdarîke mezin bûn û geleka ev şikil h’esab kirin çawa qîmetîke sîmvolîk.Zar’oka şeş salî, ya ji gundê Şengalêyî Vardê t’evî dêlêgasîyayê çûbû li cem serekwezîrê Îraqê Mistefa Al K’azimî.Ew girêdayî bû şeş salîya k’omkujîya Şengalêr’a. Bi hîvîkirina K’azimî, keç’a biç’ûk li ser k’ursîya serekwezîr r’ûniştîye.R’aste ew zimanê e’rebî fe’m nake, lê ew dice’dîne de’wek’arîyên xwe bîne ziman.Ji navê êzdîya ewê bi zimanê xweyî dayîkê bi çend hîvîdarîya berbir’î serekwezîr bûye. “Ez hatime Bexdayê, bona ku dengê êzdîya bighînime serokê welêt.Min gote wî, ku min bîra bavê xwe kirîye û ez diwezim ku ew paşda veger’e”,- Xerîbê wextê hevp’eyvîna t’evî Rûdaw TV-ê gotîye. Geleka guhdarî daye li ser tiştekî girîng, wekî ev keç’a biç’ûke ji ola kêmjimar, li ser k’ursîya serokê h’ukumatê r’ûniştîye.Yekî nivîsîye,wekî ew gumane, ku carekê ewê bi xwe li ser wê k’ursîyê r’ûnê. Hinekên mayîn jî dane dîyarkirinê,wekî nenihêr’î ev tiştê sîmvolîk, ola k’urdên êzdîye li Îraqê mînanî berê ji alîyê h’ukumatêda bêyî guhdarî maye û piştî şeş sala jî wextê ku k’omkujî qewimîye, ew dîsa li qamp’ên mihacira dijîn û gund, bajar’ên wan jî nayêne dasekinandinê.Wextê ku dayîka Xerîbê gerekê nava t’eşkîla dêlêgasîyayêda biçûya Bexdayê, Xerîb usa gelekî girîyabû,wekî dayîka wê ew t’evî xwe biribû. Xerîb t’evî dayîka xwe û xwîşka xwe li qamp’a li Dihokê dijî.Bavê wê, birayê wê û xwîşkeke wê ji alîyê DAÎŞ-da hatine dîlhildanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button