SerekeSîyasî

Nava meha tîrmehêda 78 binelîyên E’frînêye e’dil ji alîyê k’irêkirîyada hatine r’evandinê

Wek’îlê organîzeya E’frînêye mafên mêriv Îbrahîm Şêxo gotîye, wekî nava mehekêda 78 welatî ji alîyê k’omên girêdayî T’irk’îyayêva li E’frînê hatine r’evandinê. Sisê t’ebaxê leşkerên t’irka xortekî 16 salî dane ber gula û cinyazê wî piştî wê yekê dane malbta wî, wextê ku organên wî li nexweşxanê hatine dizînê.Wek’îlê organîzeya mafên mêriv gotîye, ku ew kirinên ku tên mîyaserkirinê, xirabk’arîyên leşkerîne û t’eşkîletên navnet’ewî gerekê dewleta t’irka bînine ber cabdarîyê. Ji destpêka krîzîsa Sûrîyayê leşkerên t’irka li ser h’idûd 464 welatî kuştine. Paşê Îbrahîm Şêxo gotîye,wekî ce’sûsîya T’irk’îyayê û k’irêkirîyên wan meha tîrmehêda 78 welatî li E’frînê, nava wanda çar jin r’evandine. Xêncî wê yekê 12 meriv, nava wanda jinek, hatine zêrandinê.Yazîya sê meriva e’yan nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button