Sereke

Li Kavkaza başûr pêwîstîya konfîgûrasîyayên nû pêşda tên: r’êya berbi Konstandnûpolîsê

Cêr’ibandinên h’elkirina pirsgirêka Qerebag’êye bi formata niha, ya ji şuxulk’arîyên r’êgîyonê qetîyayî û bêyî lêk’olînkirina k’ûraya pirsgirêkê, me’nîyên wê û encamên ku dikarin pêşda bên, wê bê t’er’ibandinê.Pirsgirêka Qerebag’ê sala 1991-ê yan jî 1988-a pêşda nehatîye. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê Ermenîstanêyî berê Ara Nr’anyan nava miqala xweye R’êgnûmêda weşandî gotîye.E’lametîyên T’irk’îyayêye derheqa wê yekêda wekî ewê heleqetîyên t’evî Ermenîstanê piştî h’elkirina pirsgirêka Qerebag’êye bona k’ara azêrîya îzbatke, usa jî gefxwerinên Adirbêcanêye dagirkirina Yêrêvanê, t’enê cêr’ibandina h’ukumkirinê nîne, ya ku bona aûdîtorîya hundur’e. H’emû gavên vê t’ifaqê û kirinên wan vekirîne û berne’mên wan jî eşkerene.Eva de’w û doza herêmê nîne çawa ku ew yek li r’exda tê k’ifşê. Heger eva pirsa t’opraxabûya, wî çaxî herdu cime’t wê zûva h’elkirin bidîtana, hegr ew yek jî t’unebûya, ew dijminatî wê t’unebûya. Bi r’astî pirsgirêka Qerebag’êye cuda t’une. Pirsgirêka Qerebag’ê beşeke pirsa ermenîye mezine, mafê cime’ta ermenîye, ku welatê xweyî dîrokîda bijî. Ev maf bi salên dirêj ji alîyê êt’nosa t’irkîye hatî tê xebitandinê, ya ku nava h’alê navnet’ewîda dîsa gavekê bona mîyaserkirina progirama xwe diavêje.Ev h’emû tişt ku li r’êgîonê pêşda dik’işandin. meremê wê ew bû, ku ermenîya ji wan cîya paqij bikin û şe’detîya wê yekê qet’ilkirinên sedsala 19-a, k’omkujîya Ermenîye sala 1915-a, dagirkirina beşeke Ermenîstana R’oavayê û Ermenîstana R’ohilatê ji alîyê T’irk’îyayêda, usa jî sed sal pêşda li ser xerîtê pêşdahatina Nexçêvanê û Qerebag’ê didin. Pirsgirêka Qerebag’ê faktoreke biçûke, lê bona r’êgîyonê girînge, li k’îderê Adirbêcan fîgûreke stratêcîya t’irkaye. Aşîtîya we’dedirêje li Ermenîstanê, gulvedana sîyasî, êkonomîkî û çandî li Enqerê çawa qezîya dibînin, çimkî k’omkujîya Ermenî heye, dasekinandina mafê ermenîya û paşdadayîna matêrîyalî, t’opraxa û kompênsasîya hene.Ev yek dide k’ifşê,wekî bona T’irk’îyayê r’êyek heye, ku Ermenîstanê bi t’emamî bide zeyîfkirinê û bi pratîkî bide t’unekirinê.Ermenstan sirîya weda fe’m dike,wekî piştî undkirina Qerebag’ê pirsa heyîna welêt dik’eve bin qezîyayê, çimkî T’irk’îya dixweze ku t’evî Adirbêcanê bibe yek û bona berfirebûna berbi bakûr û r’ohilatê dergeh vebe. Ermenîstan nikare r’ih’et bijî, çimkî ji wê yekê qezîya heye. Heleqetîyên T’irk’îyayê û Ermenîstanê wê yên normal nîbin, h’etanî wî çaxî, h’etnî ku T’irk’îyaya k’omkujîya Ermenî nas neke û ji sîyasîya dijî ermenîya paşda nesekine. T’irk’îya û Adirbêcan vekirî dilîzin. Me’dê T’irk’îyayê zûva ji sînorên Sovyêta berê derbaztir bûne. Li welatên Sovyêta berêye t’irkîaxiv, h’ukumê T’irk’îyayêyî sîasî, leşkerî û bîznêsê heye û t’abîya wan welata nava 2O salên dawîda hatîye guhastinê. Sîyasîya gelek welatên t’irkîaxiv zûva anegorî ya Enqerê tê mîyaserkirinê. We’deye ku Ermenîstan sîyasîya xweye der zelal bide k’ifşê û bona mîyaserkirina wê yekê hevalk’arên xweye navnet’ewî r’aberke. H’elkirina pirsgirêka ermenî û dasekinandina mafên wêye hindava welatê wanda, wê hert’im îdêologîya cime’ta ermenîye h’îmlîbe. T’enê dasekinandina mafên Ermenîstanê û yektîya têrîtorîya dikare aşîtîya we’dedirj, pêşdaçûyînê û bêqezîyabûnê bide ç’areserkirinê. T’irk’îya her dem bona heleqetîyên dualî qewila pêşda dik’işîne û t’abîya Ermenîstanêye çêkirinê qîmet nake. Bona ku h’emû tişt li cîyê xwebe, we’deye ku Ermenîstan bi xwe qewila bona îzbatkirina heleqetîên dualî dayne pêşîya T’irk’îyayê. Salên serbestîya Ermenîstanê dane k’ifşê, wekî ermenî faktora r’êgîyonêye bi guman û h’îmlîne bona ç’areserkirina bêqezîyabûnê û qewînbûnê. Nenihêr’î wê yekê,wekî r’êsûrsên T’irk’îyayê û Adirbêcanêye meriva û leşkerî hene, ew nikare de’w û dozê bi r’îya leşkerî bidine h’elkirinê. Ew dikarin binelîyên e’dile bêsîlih’ bikujin, paqijkirinên êt’nîkî mîyaserkin, lê sed sal pêşda Ermenîstan bi mihacirava, bi xelayê, bi feqîrîyê dijî dijmina şer’ dikir û karibû welatê serbest xweyke. Ermenîstan gerekê bi întênsîvî t’evî Gurcistanê bixebite. Ew yek jî girînge, ku întênsîvîya dîyaloga t’evî Îranê bide zêdekirinê û bi aktîvî dîyalogê t’evî Çînistanê destpêke. Berê e’wlin gerekê heleqetîyên t’evî R’ûsîyayê bighînine dereca qedirgirtinê, bêqelpîyê, aminayê û hevk’arîyê. Li vir herdu alî jî bona hev pêwîstin. Ermenîstan û R’ûsîya hevalk’arên stratêcîne. Feqet pêwîstîya konfîgûrasîya nûye li r’êgîyonê dighîje û ew dixweze ku xebatên herr’oje û opêratîv bi h’emû alîyava bêne kirinê. T’irk’îya, bi sîyasîya xweye agrêsîv, usa jî Adirbêcana bi r’êjîma li ser h’îmê h’iznekirinê, ne t’enê nikarin aşîtîyê bidine ç’areserkirinê, ew usa jî bona qewînbûn û bêqezîyabûna herêmê qezîyane. Konstandnûpolîs gerekê bibe merk’eza sîvîlîzasîya çanda p’ir’cûr’e, protêktora yûnana, ermenîya û t’irkaye bi serk’arîkirina olên cî. Anegorî peymana Sêvrê, sed sal pêşda, usa dihate têr’adîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button