SerekeSîyasî

K’urd û îraqî nava wan 34 merivada bûne, yên ku avtomaşîna barbirda bûne û ji alîyê sînorxweykirên polînîda hatine girtinê

34 meriv, nava wanda k’urdên T’irk’îyayê û welatîyên Îraqê wê avtomaşîna barbirda bûne, ya ku ji alîyê sînorxweykirên polonîda hatîye girtinê. Wek’îlê qulixdarîya sînorxweykirên Polonîyayêye li başûrê welêt gotîye, wekî êvara înîyê avtomaşîneke barbir dane sekinandinê, ya ku ji T’irk’îyayê hatîye û Slovakîyayêr’a derbazî cem wan bûye. Bi gotina wî, nava wan merivada usa jî îranî û sûrîyanî hebûne. Hela hê e’yan nîne, ku ewê h’etanî k’îderê biçûna. Derheqa wê yekêda ajansa R’oyt’êrsê e’lam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button