SerekeSîyasî

Kirinên hêzên T’irk’îyayêye beh’rê qezîyayê didine k’ifşê: Yekîtîya Avropayê

Ger’a T’irk’îyayêye bona neftê û gazêye nava beh’rêda dikare qezîyayê pêşda bîne. Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayêyî k’aren der e’lam kirîye û gotiye ku Yûnanistanê û Misirê zona êkonomîkîye cuda saz kirine. Ewî daye dîyarkirinê,wekî sînorên beh’rê gerekê bi r’êya dîyalogê û hevr’axeberdana bên cudakirinê, lê ne ku bi mobîlîzasîyakirina hêzên beh’rêye leşkerî. Vekirina bîrên gazêye li wir nava salên dawîda şer’k’arîya ji alîyê Yûnanistanê, T’irk’îyayê û Misirê, usa jî Qibrisê û Îsraêlê pêşda anîye.Serokê T’irk’îyayê Êrdog’an e’lam kirîye,wekî ewê opêrasîyona k’olana bîrên gazê destpê bike û Yûnanistan çawa dijmin nav kirîye, ya ku sozên xwe neqedandîye.E’lametîya Êrdog’an piştî wê yekê belav bû, wextê ku Atînayê û Qahîrê qayîlnivîsara derheqa sazkirina zona êkonomîkîye cudada îmze kirin. Cozêp Borêl gotîye, wekî h’alê nihayî pêşdahatî wê ne anegorî berjewandîyên Yektîya Avropayê û usa jî T’irk’îyayê be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button