H’emû nûçeSereke

Diqewime meyê nikaribûya r’azayî êskalasîya pêşwazî bikira:P’aşînyan û Sargsyan r’astî hevdu hatine

Nenihêr’î banga k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûîyî sereke ku nava qewilên koronavîrûsêda agirbesta t’omerî saz kir, Ermenîstanê êskalasîya anegor nikaribûya pêşwazî bikira.Fikira vî cûr’eyî Nîkol P’aşînyanê serekwezîr e’lam kirîye,wextê ku r’astî serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan hatîye û derheqa opêrasîyonên leşkerîye li ser sînorên ermenîya-azêrîya xeberdaye. “Bûyarên ku van axirîya li Tavûşê qewimîn, ji alîyê Adirbêcanêda agrêsîya eşkere bû hindava t’opraxa Ermenîstanê. Ew yek jî girînge, ku bê dîyarkirinê,wekî salên dirêj fantazîya propaganda seroketîya Adirbêcanê, wekî eskerê Adirbêcanê hindava eskerên ermenîda qewattire, bi t’emamî hate t’unekirinê.Li r’êgîyonê h’alê gêopolîtîkî û leşkerî- sîyasîye nû saz dibe”,-P’aşînyan gotîye.Bi gotina wî ev h’emû tişt, girêdayî pirsgirêka Qerebag’êva, t’abîya Ermenîstanêye tradîsîyon qewîn dike. Ew t’abî ji alîyê h’emû seroketî û h’ukumatên Ermenîstanêda hatîye xweykirinê: pirsgirêka Qerebag’ê bi r’îya leşkerî nikare bê h’elkirinê û t’enê dikare bi r’îya e’dil bê h’elkirinê. Bi gotina P’aşînyan eva r’astîye, t’evî k’îjanê gerekê h’esab r’ûnên. Serekwezîr careke mayîn daye dîyarkirinê, wekî hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî hazirin yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê bip’arêzin. Çawa caba wê yekê, Armên Sargsyan gotîye, ku ew serekwezîrr’a qayîle û êrîşa Adirbêcanê bi moralê merivatîyê nayê şirovekirinê. “Baş tê bîra min,wextê ku salên 199O-î ez li gelek welatên avropî bayloz bûm û gelek dîplomata, p’êşezanên leşkerî digotine min,wekî ev şer’k’arîya we badîhewaye, çimkî welatê we biç’ûke, eskerê we t’une, eskerê Adirbêcanê qewate û ji welatê cînar piştgirîyê distîne. Hema ew meriv jî piştî çend sala digotine min,wekî eskerê Ermenîstanê yê Kavkaza Başûrî here qewate”,-serokk’omar gotîye.Bi gotina wî bûyarên Tavûşê careke mayîn dane k’ifşê,wekî eskerê Ermenîstanê yê Kavkaza Başûrî here zore. Armên Sargsyan usa jî gotîye,wekî van r’oja ew li Tavûşê qesidîye, çûye gundê Çînarêyî li ser sînor û gelekî şa bûye, wextê ku r’uh’darîya wan meriva dîtîye. Serokk’omar piştgirîya xweye hindava h’ukumatê, bi t’aybetî serekwezîr, wezîreta p’arastinê û esker e’lam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button