H’emû nûçeSereke

Qirara Wûdro Wîlson nava qewatêda dimîne: sedsalîya peymana Sêvrê demam bû

Piştî şer’ê cîhanêyî e’wlin, piştî du sala, di navbera h’ukumata T’irk’îyayêye sult’anî, û welatên ku nava şêr’da serk’eti bûn, nava wanda usa jî Ermenîstan, dehê t’ebaxa sala 192O-î li Sêvra P’arîzê peymana lihevhatinê hate îmzekirinê, anegorî k’îjanê axa K’omara Ermenîstanê gerekê bighîşta 16O h’ezar çargoşe kîlomêtrî.Wextê qisa t’evî Armênpirêssê, serokê înstîtûta dîrokê, ya akadêmîya Ermenîstanêye zanistîyê, Aşot Mêlk’onyan daye dîyarkirinê,wekî piştî sed sala jî qewata peymana Sêvrê dimîne û wê peymanê careke mayîn dikarin bidine xebatê. “Ji alîyê Ermenîstanêda ew peyman bi pênûsa zêr’în, serokê dêlêgasîya K’omara Ermenîstanê Avêtîs Aharonyan îmze kirîye.Ew yek girînge,wekî dewletên ku nava şêr’da serk’eftibûn, yên Antantayê, mafê cime’ta ermenîye hindava welatê wanî dîrokî didane k’ifşê, li k’îderê çend sal pêşda k’omkujî qewimî û gelek meriv cîşih’itî bibûn û K’omara Ermenîstanê çawa t’ifaqdara Antantayê, li r’êgîyonê wê bibûya dewleteke berfire û qewat, axa k’îjanê gerekê bighîşta 16O h’ezar çargoşe kîlomêtrî. Nêzîkî 2O welata îmzên xwe danîbûne bin wê dokûmêntê, lê piştî hilweşîna sîstêma kolonîyal îdî bi deha dewletên nû pêşda hatin, yên ku bûne t’evbûyên peymana Sêvrê û wana jî sirîya xweda mafên cime’ta ermenî, yên hindava Ermenîstana R’ojavayê dane dîyarkirinê”,-Mêlk’onyan gotîye.Ewî gotîye,wekî ew fikira derheqa wê yekêda,wekî peymana Sêvrê ji alîyê welatên ku dokûmênt îmze kirine, nehatîye îzbatkirinê, qewata xwe unda kirîye, ne anegorî r’astîyêye. “Peymana Sêvrê ji alîyê wan welatada nehatîye îzbatkiritnê, çimkî şer’ê ermenîya-t’irkayî îlona sala 192O-î destpê bû û sisê k’anûnê, bi bink’etina Ermenîstanê ser hevda hat, wextê k’îjanê peymana Alêk’sandrapolê hate îmzekirinê.Bi wê fikirê, hinek dîrokzan dibêjin, ku qewata wêye dîrokî t’une, lê li vir pirseke başqe heye. Xalên 88-93-a, yên beşa peymanêye şeşa bi t’emamî derheqa Ermenîstanêdanin.Anegorî xala 89-a serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Wûdro Wîlson gerekê sînorê t’irka-ermenîya bik’işanda, wê bik’etana nava k’îjnê Trabzon, Erzurum û p’ir’anîya Wanê.Wî çaxî r’îya Ermenîstnêye berbi beh’ra R’eş gerekê hebûya. Ew yek mîyaser nebû, çimkî payîza sala 192O-î h’alê navnet’ewî carekêr’a hate guhar’tinê. R’ûsîya şêwirê ji şer’ê sîsvîl derk’et û mecbûr bû t’evî T’irk’îyayê nêzîkbe, ya ku dijî peymana Sêvrê bû û li ser h’îmê e’nîya dijî Antantayê nêzîkbûna wî cûr’eyî qewimî”,-serokê înstîtûta dîrokê gotîye.Nêzîkbûna R’ûsîyayê û T’irk’îya k’emalîst usa kir,wekî piştî kongira cime’tên r’ohilatêye musulman îlona sala 192O-î R’ûsîyayê qayîlîya xwe da T’irk’îyayê ku ew êrîşê bibe li ser K’omara Ermenîstanê û bi destî leşkerên t’irka sovêtîzasîyakirina Ermenîstanê mîyaserke, lê ev yek jî nebû me’nî, ku peymana Sêvrê ji meydanê bê hildanê. “Miqala peymana Sêvrêye 89-a qirara h’iqûqîye. Ew gerekê bêyî îzbatkirin qewata xwe bistenda. T’irk’îya borcdar bû carekêr’a ew dokûmênt qebûl bikira, çimkî qirara h’iqûqî h’ewca îzbatkirinê nîne. Ji 22-ê mijdara sala 192O-da ji alîyê mafê navnet’ewîda ew peyman dîsa bi qewata xweye û sînorê t’irka ne ku gerekê sînorên r’oja îroyînbûna”,- Mêlk’onyan gotîye. Bi gotina Mêlk’onyan wekî welatên Antanta berê r’oja îroyîn vê dokûmêntê bona berjewandîyên xwe dijî T’irk’îyayê didine xebatê. “Badîhewa nîne,wekî welatên Antantayê wextê sertbûna heleqetîyên dewletaye t’evî T’irk’îyayê vê dokûmêntê derdixine meydanê û bîr tînin,wekî sînorê ermenîya-t’irkaye r’oja îroyîn ji alîyê h’iqûqîda nayê qebûlkirinê û ew gerekê anegorî sînorê t’irka-ermenîyaye ji alîyê Wûdro Wîlsonda qirarkirîbe”,-Aşot Mêlk’onyan gotîye. Derheqa wê fikirêda,wekî peymana Sêvrê, ji r’oja îmzekirinê h’etanî niha îdî sed sal derbaz bûne û ewê qewata xwe unda kirîye, Mêlk’onyan gotîye, wekî eva fikira şaşe, çimkî t’u alîkî nava peymanêda h’etanî niha derheqa undabûna peymana Sêvrêda e’lam nekirîye. “Derheqa we’deda nava wê dokûmênta h’iqûqîda t’u tişt nehatîye dîyarkirinê, t’u dokûmênteke nû nehatîye qebûlkirinê, t’u alîk, nava wanda t’u welatekî e’lam nekirîye, ku peymana Sêvrê îdî nayê h’esabhildanê, usaye piştî sed sala jî qewata wê dokûmêntê usa jî dimîne”,- Mêlk’onyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button