H’emû nûçeSereke

Lîdêrê partîya h’eja miletçîtîyê gotinên Daûdog’lûye derheqa zimanê k’urdîda gunek’ar kirîye

Lîdêrê partîya h’eja miletçîtîyê Dewlet Bahçêlî, lîdêrê partîya “Pêşer’oj”-ê Ah’med Daûdogblû bona gotinên wîye derheqa zimanê k’urdî û mafên k’urdaye li T’irk’îyayê, yê bona hînbûna zimanê dayîkê, gunek’ar kirîye.Daûdog’lû berê serekwezîrê T’irk’îyayê bûye, yê ku wextê axavtina xweye li Dîyarbek’irê gotîye,wekî zimanê dayîkê gerekê nava p’erwerdêda hebe û pratîka wî cûr’eyî li h’emû welatên dêmokratîk heye.Bahçêlî şirovekirinên Daûdog’lû r’exne kirine û gotîye,wekî Daûdog’lû zimanê PKK-ê li Dîyarbek’irê daye xebatê. Ewî usa jî lîdêrê partîyayên dêmokratîya û progrêsê E’lî Bacan, r’exne kirîye, yê ku derheqa êkonomîka T’irk’îyayêda xeberdaye û r’exnekirina wîye êkonomîkayê gunek’ar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button