H’emû nûçe

Meriv gerekê xemgînbe, yan na?: sêysmologê Ermenîstanêyî sereke derheqa bêqezîyabûna sêysmîkîye li r’êgîyonê xeberdaye

Serk’arê qulixdarîya p’arastina sêysmîkîye li herêmê Sos Margaryan gotinên merivaye derheqa e’rdh’ejêda h’esab kirîye çawa yên ne himberî hev, çimkî hink dibêjin, ku e’rdh’ej gelekî qewat bû, hinek jî dibêjin, çawa ku ew bi r’astî qewimîye. “Ez naxwezim li ser gotinên wî cûr’eyî fikira t’omerî bêjim. Bi r’astî du cara bi cûr’ê ze’yîf e’rd h’ejîyaye, girêdayî k’îjanar’a lêk’olîna p’êşezanîyê tê kirinê. Pêwîst nîne ku xemgînbin”,- Sos Margaryan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî qewata e’rdh’ejê gihîştîye 4,2 magnîtûda. Em bîr bînin, wekî şeva derbazbûyî ji bajar’ê T’irk’îyayêyî Îgdirê, 12 kîlomêtr berbi başûr-r’ohilatê, bi k’ûraya deh kîlomêtra, bi qewata 4,2 magnîtûda e’rdh’ej qewimîye.Li merk’eza e’rdh’ejê qewata wêye bine’rd gihîştîye pênc-şeş bala. Li qezayên Ermenîstanêye Armavîrê û Araratê qewata e’rdh’ejê çar bal bûye, lê li Yêrêvanê gihîştîye ji sisîya h’etanî çar bala.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button