H’emû nûçe

Eskerê ermenî bilindaya xweye p’êşezanîyê û dereca şer’k’arîyêye hindava eskerê Adirbêcanê da k’ifşê: p’êşezan

P’êşezanê leşkerî, k’atibê prêssayê, yê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinêyî berê Arsrûn Hovhannîsyan wextê hevp’eyvîna t’evî r’ojne’ma r’omanîye ” Defense Romania”-ê derheqa p’evçûyînên Ermenîstanê û Adirbêcanêye li ser sînor, yên meha tîrmehêda, xeberdaye. Hovhannîsyan gotîye,wekî Ermenîstanê bi açixî êrîşa azêrîya paşda daye û bi hûrgilî derheqa opêrasîyonên leşkerîda gilî kirîye.Arsrûn Hovhannîsyan gotîye,wekî wextê êrîşa azêrîya, azêrîya têxnîka Îsraêlêye leşkerî, aparatên bêpîlot û k’omên azêrîyaye mexsûs, yên bi navê “Yaşma” dane xebatê.Ewî gotîye,wekî usa jî mînavêj hatine xebitandinê, û wî çaxî t’op k’etine li ser malên li gundê Çînarîyê, r’ûê çida zyan gihîştîye çend mala. Bi gotina Hovhanîsyan mecalên ku wî çaxî hatine xebitandinê, cara bi sirê dane dîyarkirinê, wekî r’oja îroyîn şer’ê li ser dûrayê mecalên têk’nolocîyên bilindva girêdaîye û nava vê pirsêda eskerê Ermenîstanê profêsîyonalîzma xwe û dereca şer’k’arîya xweye bilind hindava eskerê Ermenîstanê k’ifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button