
Merk’eza Sûrîyayêye mafên mêriv r’agîhandîye, wekî cêrga avtomaşînaye barbir, ya koalîsîyona navnet’ewî sînorê K’urdistana Îraqêr’a derbazî K’urdistana Sûrîyayê bûye. 4O avtomaşînên barbir nava cêrgêda bûne, yên ku têxnîka leşkerî cîguhastî kirine. Cêrga avtomaşîna berbi baza leşkerîye li Hesekê çûye. Pêncê t’ebaxê cêrga avtomaşînên barbir ji dergê sînore mayînr’a k’etîye K’urdistana Sûrîyayê.Wî çaxî nava cêrgêda 3O-î avtomaşîne bûne, li ser k’îjana blokên ji bêtonê barkirî bûne.







