H’emû nûçeSereke

Ne hêzên Ermenîstanê, ne jî yên Arsaxê mafê navnet’ewîyî hûmanîtarî net’er’ibandine û xirabk’arîyên şêr’ mîyaser nekirine:Sosî T’at’îkyan

P’êşezana serk’arîkirina civakî Sosî T’at’îkyanê fêysbûkêda nivîsîye: “Ez bêjim,wekî ne hêzên Ermenîstanê, ne jî yên Arsaxê mafê navnet’ewîyî hûmanîtarî net’er’ibandîye û xirabk’arî nekirine. Destnivîsara wî cûr’eyî ne anegorî kirinên meye.Ew yek nêzîkî kirinên alîyê mayîne, ji qet’ilkirinên Sûmgaît’ê û Bek’ûê destpêkirî û wextê şer’ê salên 1988-1994-a. Sala 2OO4-a ofîsêrê ermenî Gûrgên Margaryan hate serjêkirinê.Sala 2O16-a dîsa serên çend leşkera hatine jêkirinê, sala 2O2O-î cêrge gund dane ber t’opa û bomba, paşê jî gef xwerin, ku wê stansîya atomî bit’eqînin. R’aste, wextê opêrasîyonên şêr’ binelîyên e’dil jî zyanê k’etin, feqet, alîyê ermenîya t’u cara bi zanebûn binelîyên e’dil nekirîye nîşangeh.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button