H’emû nûçeSereke

3O-î qulixçîyên ermenîye leşkerî t’evî t’e’lîmên leşkerîye “Êşêlon 2O2O” dibin

Li R’ûsîyayê, li cîyê t’e’lîmaye bi navê “Kapûstîn Yar”-ê heytehola vekirina t’e’lîmên leşkerî, yên welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv derbaz byne. Anegorî me’lûmetîya, wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê wextê xebera vekirinê, ya cîgirê serokê ştaba organîzeyêye yekbûyî, gênêral-mayor Mûxamêcan Talasov hatîye dîyarkirinê, wekî meremekî t’e’lîmayî sereke pêşxistina piştgirîya t’evaîye nava doranên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvdane. Ew yek anegorî berjewandîyên qewatên t’evaîye leze.”Wextê t’e’lîmên t’evayî, wê pirsên mexsûs nava wê doranêda bên h’elkirinê.T’evbûên t’e’lîma wê cêr’ibandina barkirina têxnîka leşkerî û valakirina wê dest bînin û wextê opêrasîyonên leşkerî bikaribin têxnîka zyanêk’etî ji meydana şêr’ derxin, çêkin û yeke din jî dewsê daynin”,-nava e’lametîya wezîreta p’arastinêda hatîye gotinê.T’e’lîmên leşkerî ji 17-ê t’ebaxêda h’etanî 2O-ê t’ebaxê berdewambe. Bi meremê t’evbûna t’evî wan t’e’lîma 3O-î leşkerên ermenî çûne R’ûsîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button