SerekeSîyasî

Koalîsîyona navnet’ewî ew yek îzbat kirîye,wekî li ser posta kontrolkirinêye li Qamişloyê t’evî eskerên Sûrîyayê p’evçûyîn qewimîye

Koalîsîyona navnet’ewîye dijî DAÎŞ-ê îzbat kirîye,wekî eskerê wan li Qamişloyê r’astî eskerê r’êjîma Sûrîyayê hatine, li k’îderê p’evçûyîn qewimîye.Hatîye gotinê, wekî koalîsyîon û hêzên Sûrîya Dêmokratîk kontrola xweye li wir, ya dijî DAÎŞ-ê derbaz kirine û li wir r’astî hêzên r’êjîma Sûrîyayê hatine.Piştî stendina îzina derbazbûnê, ji alîyê hêzên Sûrîyayêda, ji alîyê çend merivada, yên ku nêzîkî postê bûne, gulebarandin hatîye mîyaserkirinê.Koalîsîyîonê ew e’lametî înk’ar kirîye, ku çawa caba wê yekê wana giva derbên ji hewê mîyaser kirine, lê gotine,wekî bona xwep’arastinê wana jî gulebarandin mîyaser kirîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî hêzên koalîsîyon bêyî zyanêk’etin veger’îyane baza xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button