H’emû nûçe

Li mal-mûzêya Nîkol Dûman t’evî xanim Valyayê em nanê bi Jêngyalê çê dikin: Anna Hakobyan

K’ulfeta serekwezîrê Ermenîstanê Anna Hakobyanê r’ûp’elê fêysbûkêda şikil p’aravekirine û r’exda nivîsîye: “Li mal-mûzêya Nîkol Dûman t’evî xanim Valyayê em nanê bi Jêngyalê çê dikin”. Ew ne tiştê bûyînêye ku bêne Arsaxê û nanê bi Jêngyalê te’m nekin.Bi 25 cûr’ên p’incar’êva nanê çêkirî xemila aspêjxana Arsaxêye, xwerina binelîyên cî û tûrîstaye here h’izkirî.Nanê bi Jêngyalê îdî gihîştîye r’êkorda. Sala 2O18-a, meha mijdarê, li Hadrût’ê nanê bi Jêngyalêyî herî dirêj hatîye çêkirinê.Nava seh’et nîvekêda k’ulfetên Arsaxê nanekî nêzîkî 21 kîlogiramê û dirêjaya nêzîkî sê mêtra û beraya 71 santîmêtra çê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button