SerekeSîyasî

Li Sûrîyayê gênêralê eskerê r’ûsa şih’îd k’etîye

Li Sûrîyayê gênêral-mayorê eskerê r’ûsa şih’îd k’etîye.Derheqa wê yekêda wezîreta R’ûsîyayêye p’arastinê e’lam kirîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî gênêral-mayor şêwirmendê leşkerî bû û r’ûê t’eqînêda şih’îd k’etîye.Du qulixçîyên leşkerîye mayîn jî zyanê k’etine. Ev bûyar li Dêr Zorê qewimîye, wextê ku cêrga avtomaşîna ji ak’sîya hûmanîtarî paşda vediger’îyaye.Wî çaxî bomba bi xweçêkirî hatîye xebitandinê.Gênêral-mayor ji wî cîyî derxistine, alîk’arîya doxtirîyê dane wî, lê wanr’a li hev nehatîye ku e’mirê wî xilazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button