
18-ê t’ebaxê li ser posta kontrolkirinê ya ku ji alîyê ç’ekdarên piştgirên T’irk’îyayêda dihate kontrolkirinê, nêzîkî Girê Sipî, avtomaşîneke mînkirî t’eqîyaye, r’ûê çida çend meriv hatine kuştinê û birîndarkirinê. T’eşkîleta Sûrîyayêye mafp’arêz e’lam kirîye,wekî sê ç’ekdarên îslamîst hatine kuştinê û çend ç’ekdarên mayîn jî birîndar bûne.Anegorî me’lûmetîyên cî, nava birîndarada binelîyên e’dil jî hene, yên ku wî çaxî postêr’a derbaz dibûn. T’u k’omek, yan jî t’eşkîletek hela hê cabdarîya wê êrîşê hilanedaye ser xwe.