H’emû nûçeSereke

Aparata ermenîye bêpîlot hatîye cêr’ibandinê: Arşakyan vîdyo belav kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî têk’nolocîyên bilind Hakob Arşakyan vîdyo belav kirîye, û eşkere cêr’ibandina aparata ermenîye bêpîlot r’aber kirîye.Li r’ex vîdoyê hatîye nivîsarê:”Destanîna senaya ermenîye leşkerîye bi sirê”. Bi meremê bêqezîyabûnê aparata bêpîlot, vîdoyêda bi hûrgilî nayê nîşandayînê.Yekê t’ebaxê jî wezîr dîsa vîdyo belav kiribû, k’îjanêda dihate k’ifş, ku çawa aparata bêpîlot pirsa pêşîya xwe danî h’el dike, nîşangehê diger’e û lêdixe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button