H’emû nûçeSereke

Arsax hazire bi her cûr’eyî êrîşên qewatên Adirbêcanêye sîlih’kirîye li ser binelîyên e’dil bide sekinandinê: wezîreta k’arên der

Wezîreta Aprsaxêye k’arên der bi şirovekirina gotinên wezîreta Adirbêcanêye k’arên derva pêşda hatîye. Girêdayî şirovekirina wezîreta Adirbêcanêye k’arên derr’a, k’îjanada tê cêr’ibandinê ku gotinên serokê Arsaxê Arayîk Harût’yûnyan bidine fe’şkirinê, em pêwîst h’esab dikin, ku wê yekê bidine dîyarkirinê. Serokê Arsaxê zelal e’lam kirîye,wekî gefxwerinên derheqa gulebarandinên li ser Stêp’anakêrtê û cîyên Arsaxêye mayîn, derheqa k’îjanada alîyê azêrîya hercar dibêje, tiştên îzinnedayînêne. Seroketîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî gelek cara e’lam kirîye,wekî ew hazirin derbê bighînine her cîyekî Arsaxê.Wek’îlê wezîreta Adirbêcanêye fermî dibêje,wekî li Arsaxê binelîyên e’dil t’unene û li wir t’enê leşkerin. Adirbêcan dice’dîne sîyasîya xweye tirsandinê û agrêsîv veşêre, înformasîya şaş r’aberî civaka navnet’ewî bike û alîyê ermenîya neheq derxe.Ne ku Yêrêvan yan jî Stêp’anakêrt, lê hema Bek’û bi gefxwerinên wî cûr’eyîva pêşda tê. Bi e’lametîyên derheqa wê yekêda wekî wê derbê bighînine stansîya Ermenîstanêye atomî û teyarên sîvîle li Arsaxê, usa jî bi xirabk’arîyên dijî merivatîyê mîyaserkirî, Adirbêcan dide k’ifşê, ku ji mêt’odên têr’orîstî natirse, û wê yekê çawa sîyasîya xweye dewletê r’aber dike.K’omara Arsaxê hazire bi her cûr’eyî cêr’ibandinên qewatên azêrîyaye êrîşkirinêye li ser binelîyên e’dil bide sekinandinê. Her obyêkteke wêye leşkerî û usa jî xebitandina fir’egeha leşkerîye li bajar’ê Ganzakê, k’îjana alîyê Adirbêcanê bicêr’ibîne bona êrîşkirina Arsaxê bide xebatê, ew cî wê bibe nîşangeha eskerê Arsaxêye p’arastinê. E’lametîya serokê Arsaxê e’şaretîyê dide, wekî pêşer’oja cêr’ibandinên gefxwerina û bi r’îya têr’orîstî berevkirina dîvîdêntên sîyasî t’une. De’w û doza azêrîya-qerebag’îya nikare bi r’îya leşkerî bê h’elkirinê.Cêr’ibandinên de’fdana berbi şer’ê nû, dikare bona t’emamîya r’êgîyonê encamên xirab pêşda bîne”,-nava şirovekirina wezîreta Arsaxêye k’arên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button