SerekeSîyasî

Konsûlxana Ştatên Amêrîkaêye Yekbûyî hazire p’êwendîyên di navbera Hewlêrê û Waşîngtonêda bide qewînkirinê

Serokê p’êwendîyên dîplomatî, yê partîya K’urdistanêye dêmokratîk Hoşyar Sûveylî e’lam kirîye,wekî konsûlxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbyî e’lam kirîye, ku welatê wan hazire p’êwendîyên di navbera Hewlêrê û Waşîngtonêda bide qewînkirinê.Hoşyar Sûveylî gotîye BasNews-ê,wekî ewî t’evî wek’îlê konsûlxanêyî beşa sîyasî û êkonomîkî hevdîtina onlayn derbaz kirine.Ewî gotîye,wekî wextê hevdîtinê, xeberdan derheqa p’êwendîyên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda, p’êwendîyên di navbera Ştatên Yekbûyî û K’urdistanêda, bombebarandinên li neh’îyên ser sînore ji alîyê Îranê û T’irk’îyayêda çûye. “Wextê hevdîtinê me derheqa pêwîstîya sekinandina şer’ê di navbera T’irk’îyayê û PKK-ye li ser têrîtorîya Herêma K’urdistanê, xeberdaye”,-Hoşyar Sûveylî gotîye.Wek’îlê konsûlxanê jî daye dîyarkirinê, wekî welatê wî piştgirîya h’elkirina pirsgirêka di navbera Hewlêrê û Bexdayêda dike û serda zêde kirîye,wekî konsûlxane hazire li ser qewînkirina p’êwendîyên di navbera Hewlêrê û Waşîngtonêda bixebite.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button