H’emû nûçeSereke

Şer’ên pêşer’ojê: Arsrûn Hovhannîsyan r’aber dike, ku şer’ên pêşer’ojê çi cûr’eyî dikarin bibin

P’êşekzanê leşkerî Arsrûn Hovhannîsyan wextê weşana Sputnik Armênîya-ê derheqa şer’ên pêşer’ojêda, mêt’odîka wan, têk’nolocîyên nû, xebitandina dronada xeberdaye. Bi gotina Arsrûn Hovhannîsyan piştî salên 199O-î cûr’ên şêr’ hatîye guhar’tinê. Ew yek bi stratêcîya nû pêşda diçe. Ji salên 2OOO-ê destpêkirî, mesele li Îraqê, li Yûgoslavîyayê cûr’ê şêr’ îdî cûr’ekî mayîn bû. R’oja îroyîn ew yek li Sûrîyayê ber ç’e’vaye. Piştî r’êberîya ŞAY welatên mayîn jî gihîştine wê stratêcîyê.Wê yekê R’ûsîya bi masştabên cûr’e-cûr’e li Sûrîyayê dide xebatê. “Xebitandina masştaba diha biç’ûk wextê şer’ê meha nîsanêyî sala 2O16-yî çarr’oje û opêrasîyonên van axirîyaye li Tavûşê hate k’ifşê.Bi berfireya xwe, bi k’ûraya xwe dereca wê ya gelekî pêş nîbû, lê nêzîkî wê yekê bû.Mesele, Adirbêcanê li Tavûşê aparatên bêpîlot dane xebatê, serk’arîkirina k’îjana ji aparateke bêpîlote diha mezin dihate kirinê, ya ku r’ola merk’eza serk’arîkirinê dibir, û ya ku ji alîyê meda hate lêxistinê. Eva hema meseleke wî cûr’eyî bû”,-Hovhannîsyan gotîye.Bi gotina Arsrûn Hovhannîsyan komplêk’sa Ermenîstanêye senaya leşkerî, sala 2O2O-î careke mayîn dane k’ifşê,wekî hene nimûne, k’îjana dicêr’bînin bidine xebatê û eva serê çend salaye, ku li ûnîvêrsîtêta avîyasîya leşkerî p’êşezanên xebitandina drona hazir dikin. Bi gotina p’êşezan heger cûr’ê şêr’ lez tê guhar’tinê, usaye dijware meriv bîne ber ç’e’vê xwe, wekî li dinîyayê pêşer’ojêda dikarin p’evçûyînên leşkeraye bi masştaba mezin hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button