SerekeSîyasî

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk wextê seredana li Dêyr Zorê r’astî seroke’şîrên e’reba hatîye

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zlûm E’bdî li Dêyr Zorê r’astî lîdêrên e’şîrên e’reba hatîye, li k’îderê piştî wefatbûna lîdêrekî e’reba, t’evlîhevbûn qewimîne. Me’zlûm E’bdî kêm li neh’îyên usa diqeside.Ewî gotîye,wekî bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê li ser şêmîka qirara nûye, ya ku gerekê anegorî xwestina sûrîyanîyabe.Li çend bajar’ên Dêyr Zorê piştî kuştina seroke’şîrekî e’reba Şêx Mutşêr H’emûd Caydan Al Xîfl t’evlîhevbûn çê bibûn. Provînsîya Dêyr Zorê bin kontrola hêzên Sûrîya Dêmokratîk û r’êjîma Sûrîyayêdane.Li van neh’îya DAÎŞ bi aktîvî dişuxule.Bo wê yekê jî hêzên Sûrîya Dêmokratîk opêrasîyona dijî wana mîyaser dikin.Endamên e’şîrê protêsto kirine û bangî hêzên Sûrîya Dêmokratîk kirine, ku gunek’arên kuştina seroke’şîrê e’reba bibînin. Meşên wana bi cûr’ê e’dil destpê bûn, lê paşê ew werguhêzî zordarîyê bûn, wextê ku merivên sîlih’kirî gihîştine wan protêstokira û p’evçûyîn t’evî hêzên Sûrîya Dêmokratîk destpê bûn. Me’zlûm E’bdî usa jî e’lam kirîye,wekî seroketîya cî gerekê li ser dayîna mecala diha lez bixebitin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button