H’emû nûçe

Şer’ên tîrmehêye serk’eftî dane k’ifşê,wekî pirsgirêka Qerebag’ê nikare bi r’êya leşkerî bê h’elkirinê:xeberdana serekwezîr li civîna şêwira bêqezîyabûnê

Bi seroketîya Nîkol P’aşînyanê serekwezîr li Yêrêvanê civîna şêwira bêqezîyabûnêye bi sirê derbaz bûye.Serekwezîr bi axavtin pêşda hatîye, k’îjanêda daye dîyarkirinê: “Îro em civîna şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnêye bi sirê derbaz dikin. Wextê civîna derbazbûyî me stratêgîya bêqezîyabûna miletyîêye nû qebûl kir û tiştekî ber ç’e’vaye, wekî piştî wê qirarê hinek we’de derbaz bû û hate k’ifşê, ku ew dokûmênt ya we’dê nihaye. Dîyar bû,wekî me qezîyayên hindava bêqezîyabûna welatê xwe r’ast qîmet kirîye.Gelekî girînge em bêjin,wekî t’abîya Ermenîstanêye nava pirsa Qerebag’êda çawa hebûye, usa jî dimîne û t’abîya me ewe, wekî pirsa Qerebag’ê gerekê bi r’îya hevr’axeberdanên e’dil bê h’elkirinê û t’abîya Ermenîstanê her dem jî ev bûye, nenihêr’î wê yekê ku k’ê seroketîya dewletê kirîye.Faktora mayîn ewe, wekî nava stratêgîya bêqezîyabûnêda hatîye dîyarkirinê, ku sîyasîya T’irk’îyayê ya neçêkirinêye û ew yek carekêr’a hate k’ifşê. Bi fikira min şuxulk’arîya T’irk’îyayêye neçêkirinê çawa li R’ohilata Navîn, usa jî li r’êgîyona Avrasîyayê ner’ih’etîya pêşda tîne.Eva r’ojeveke ya ku îdî çê bye û nava wê r’ojevêda kirinên me gerekê bêne gotûbêjkirinê. Bi t’omerî hildayî dîyarbûna here girîng ewe, wekî Ermenîstan gerekê bikaribe pirsên bêqezîyabûna xwe h’elke.Şêwira bêqezîyabûnê hema formata xebatêye wî cûr’eîye, li k’îderê pirsên vî cûr’eyî gerekê bêne gotûbêjkirinê û h’elkirinê”.Wextê civînê, cêrge pirsên derheqa goveka bêqezîyabûnêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button