Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Donald T’ramp’ e’lam kirîye,wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî h’îmlî eskerên xweyî li Îraqê derxistîye.Bi gotina T’ramp’, niha li Îraqê qulixçîyên leşkerî hindik mane. “Emê van şer’ên bêdawî ser hevda bînin, şer’ên bêfikir. Ew yek nava dîroka welatê meda qirara here xirab bû”,- Donald T’ramp’ gotîye. Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û t’ifaqdarên wê, sala 2OO3-a esker kirine Îraqê bona welger’andina h’ukumata Sedem H’usêyn.Hêzên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî sala 2O11-a bi fermî ji wir derk’etine.Feqet, piştî destpêbûna şer’ê li Sûrîyayêyî sîvîl û berfirebûna DAÎŞ-ê, sala 2O14-a seroketîya Amêrîkayê qirar kir esker paşda veger’înine Îraqê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Di navbera Îranê û Adirbêcanê de şerekî giran dighîje: pispor19.04.2024, 14:50