H’emû nûçeSereke

We’dê xebitandina stansîya Ermenîstanêye atomî wê bê dirêjkirinê:Pêtrosyan derheqa kirên berê û kirinên pêşer’ojêda xeberdaye

Serokê înstîtûta ulmî-lêk’olîna, sedirê şêwira serk’arên stansîya ermenîye atomî, doktorê ulmên t’êknîkî, profêsor Vahram Pêtrosyan gotîye, wekî h’ukumata Ermenîstnê ji byûcêya dewletê 123 mîlîon dolar krêdît daye stansîya ermenîye atomî, bona ku xebatên dirêjkirina we’dê xebitandina stansîyayê h’etanî dawî bêne mîyaserkirinê, û beşeke wan p’era, nêzîkî 41 mîlîon dolar, wê anegorî peymanê bidine t’eşkîleta “R’ûsatomsêrvîs”-ê bona ku ew xebata xwe mîyaserke. “Xêncî wê yekê alîyê ermenîya usa dixebite, ku gelek t’eşkîletên ermenî t’evî van xebata bibin.Wî cûr’eyî mecalê hebe şuxulk’arîyê kontrol bikin û dîna xwe bidine xebata kirî, lê dawîya wan xebata wê sala 2O22-be”,- Pêtrosyan gotîye. Bi gotina wî, wextê ku stansîya atomî dixebite, gerekê guhdarîya mexsûs bidine ser bêqezîyabûna wê û niha ew tê mîyaserkirinê, yên ku bona dirêjkirina jîyana stansîyayê tên kirinê. Bi gotina wî, xebatên usa hatine kirinê, ku we’dê xebitandina stansîyayê dikare piştî sala 2O27-a jî bê dirêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button