H’emû nûçeSereke

Fêdêrasîya R’ûsîyayê e’lamî Ermenîstanê kirîye, wekî wê k’omeke teyarên Su-3OSM bide Ermenîstanê

R’ûsîya hazire t’evî Ermenîstanê pirsa derheqa dayîna k’omeke teyarên Su-3OSM-e nû gotûbêj bike. Derheqa wê yekêda wek’îla qulixdarîya R’ûsîyayêye hevk’arîya leşkerî-têxnîkî Marîya Vorobyovayê gotîye.Ewê daye dîyarkirinê,wekî girêdayî wê pirsêr’a gotûbêjkirin berdewam dibin.Vorobyovayê daye dîyarkirinê,wekî ew t’êma wê wextê îzbatbûna h’ewask’arîya alîyê ermenîye bona wê yekê bê gotûbêjkirinê. Li wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê wê yekê hela hê şirove nakin.Em bîr bînin,wekî k’oma teyarên Su-3OSM, ya e’wlin k’anûna sala 2O19-a hatîye Ermenîstanê. Seroketîya Ermenîstanêye leşkerî, gelek cara e’lam kirîye,wekî nava salên pêşinda têr’a tê dîtinê bi t’omerî hildayî 12 teyarên wî cûr’eyî bik’ir’in.Ev teyare li dinîyayê ji wan teyarên qewate, ya ku dikare h’etanî h’eyşt tonn sîlih’ û bomb cîguhastî bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button