H’emû nûçe

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê piştgirîyê dide Ermenîstanê

H’ukumata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî mîlîonek 436 h’ezar dolar bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê daye Ermenîstanê. “Bi t’omerî hildayî, h’ukumata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nêzîkî çar mîlîon dolar alîk’arî sala 2O2O-da daye Ermenîstanê”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê. Bi vê alîk’arîyê mîlîonek dolar wê bona malhebûna gundîtîyê û goveka tûrîzmê xerckin. 436 h’ezar dolar jî wê bona wan mîgranta bên xerckirinê, yên ku r’ûê belavbûna nexweşîyêda nikarin paşda veger’ine malên xwe. Bi saya vê alîk’arîyê, wê cî, xurek, usa jî alîk’arîya doxtirîyê bidine wan meriva.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button