Me jî nava şirovekirinên xweda daye k’ifşê,wekî wextê bûyarên li Tavûşê r’ola h’emsedira, bi t’aybetî ya R’ûsîyayê, gelekî girîng bû û alî kir, ku em bighîjine dêêskalasîyayê.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan gotîye,wextê ku ewî derheqa e’lametîya Sêrgêy Lavroda xeberdaye û daye dîyarkirinê,wekî R’ûsîya t’evî k’oma Mînskê dixebite ku çiqasî dikarin zû hevr’axeberdanên girêdayî pirsgirêka Qerebag’êr’a destpêkin. “Em dîsa li ser t’abîya xwe dimînin,em dibêjin,wekî xêncî şuxulk’arîya bi r’îya e’dil, r’êke başqe t’une. Lazime ku xebata destpêkin. Girêdayî wê pirsêr’a hevdîtina meye dawî meha çileda bûye, me wî çaxî gavên xweye bi sirê dabûne dîyarkirinê û ew gav hê usa dimînin”,-wezîr gotîye û serda zêde kirîye,wekî t’evî h’emsedira niha şêwirdarî derbaz dibin, ku çawa xebatên xwe lez destpêkin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close