SerekeSîyasî

Wezîrê Herêma K’urdistanêyî saxlemîxweykirinê hîvî ji Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye ku piştgirîyê bidin bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê

Wezîrê Herêma K’urdistanêyî saxlemîxweykirinê Saman Barzancî berbir’î Ştatên Yekbûyî bûye û hîvî kirîye, ku nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê piştgirîyê bidine Herêma K’urdistanê, çimkî hejmara nexweşa r’oj bi r’oj zêde dibe.Wezîr e’lamî BasNews-ê kirîye,wekî ewî bi têlêfonê t’evî konsûlê ŞAY-yî li Hewlêrê R’ob Wolêr qise kirîye, ku h’alê girêdayî nexweşîya koronavîrûsêr’a gotûbêj bike. ” Min hîvî kir, ku guhdarîyê bidine li ser h’alê li K’urdistanê û alî me bikin, çimkî wana bi destî Organîzeya Net’ewên Yekbûyî piştgirî dane Îraqê û ew jî dikarin wî cûr’eyî alî K’urdistanê bikin, dû-dermana bînin, ku nexweşên bi koronavîrûsê qenckin”,-wezîrê saxlemîxweykirinê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button