
26-ê t’ebaxê li bakûrê Îraqê,wextê derbazbûna cêrga avtomaşînên Organîzeya Net’ewên Yekbûyî mîn t’eqîyaye.Anegorî me’lûmetîyên polîsîya provînsîya Nînêvîyayê, ev yek nêzîkî gundê Şakûlîyê qewimîye, nêzîkî Bartêlê, ji Mûsilê berbi r’ohilatê. Merivek zyanê k’etîye, ew jî welatîyê Îraqêye û xebatk’arê Organîzeya Net’ewên Yekbûîye.







