H’emû nûçeSereke

Organîzeya h’emdnîyayêye saxlemîxweykirinê ofîsa xwe li K’urdistanê vekirîye û alîk’arîya doxtirîyê dişîne K’urdistanê

Organîzeya h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê r’oja sêşemê ofîsa xweye sereke li Herêma K’urdistanê vekirîye, bona ku xebata xweye li herêmê bide lezêxstinê û bona ku dîna xwe bide h’alê li wir. Li provînsîya Hewlêrê nexweşxwana nû hatîye çêkirinê, bona qebûlkirin xebatk’arên Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Îraqê, yên ku bi koronavîrûsê nexweşin. Wezîrê Herêma K’urdistanêyî saxlemîxweykirinê Saman Barzancî gotîye, wekî vekirina ofîsa organîzeyê wê bona Herêma K’urdistanê bibe piştgirîke baş, çimkî ew bona p’êla nexweşîyêye dudaye zûtirekê hazir dibin.Organîzeya h’emdinîyayê şeş avtomaşînên ambûlansê û nêzîkî 2O tonn alîk’arîya doxtirîyê gîhandîye herêmê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button