H’emû nûçeSereke

Barzanîyê serekwezîr: Bexdayê t’u cara mafê Hewlêrêyî fînansî xweyî nekirîye

Çawa ku serekwezîrê K’urdistana Îraqê Me’srûr Barzanî e’lam kirîye, h’ukumata Îraqêye fêdêral t’u cara mafê K’urdistanêyî fînansî xweyî nekirîye.Barzanî ev e’lametî wextê hevp’eyvîna t’evî kanalên e’rebaye têlêvîzîyonê gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî Hewlêrê qet carekê jî 17 selefê byûcêya fêdêral, ya anegorî konstîtûsîyayê, nestendîye.Me’srûr Barzanî bîr anîye,wekî hêzên pêşmerga li K’erkûkê û li neh’îyên hevr’aqayîlnekirîye mayîn, cîyên neftê û dor-berên wandera ji DAÎŞ-ê p’arastin, wextê ku eskerên Îraqê ew neh’yî hiştin û çûn.Bi gotina serekwezîr hêzên pêşmerga serk’etin û mecal dane eskerên Îraqê ku ew careke mayîn bêne dasekinandinê. Me’srûr Barzanî şirove kirîye, wekî di navbera cime’ta k’urd û cime’ta e’rebada pirsgirêk t’unene, lê pirsgirêk t’evî sîyasetmedara hene, yên ku mafên k’urda dit’er’ibînin. “Dergehên K’urdistanê bona h’emû xwîşk û birayên meye li Îraqê vekirîne”,- Me’srûr Barzanî gotîye. Ewî serda zêde kirîye,wekî bona pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda dîyaloga dualî lazime û pêr’a jî ew welat silav kirine, yên ku dice’dînin ku K’urdistan û Îraq bighîjine qayîlîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button