SerekeSîyasî

Partîya Dêmokrasîya Gela qirar dike, ku li t’emamîya T’irk’îyayê protêstokirina derbazke

Partîya Dêmokrasîya Gela qirar dike ku protêstokirinên berfire meha îlonêda li T’irk’îyayê derbazkin. Anegorî e’lametîya qulixdarîya BBC-ye li T’irk’îyayê, bi wan protêstokirina ewê wan gavên h’ukumata t’irka şermezarkin, anegorî k’îjana li başûr-r’ohilatê T’irk’îyayê bi me’nîya şer’k’arîya dijî têr’orîzmê serokên şaredarîyên bajar’a û neh’îya ji qulixa hatine derxistinê. H’etanî niha h’ukumata T’irk’îyayê bi deha serokbajar’ û serokên şaredarîya ji qulixa derxistine, k’îjana bi wê me’nîyê gunek’ar dikin, ku ew PKK-va girêdayîne. Hîvîyêne wekî sedirên partîya Dêmokrasîya Gela P’erwîn Bûldan û Mîthat Sankar wê t’evî protêstokrina bibin, yên ku wê li bajar’ên Wanê, Dîyarbek’irê, Edenê, Ûrfayê, Enqerê, Îzmîrê, Stembolê û Ant’alîyayê derbazbin.Partîya Dêmokrasîya Gela meha h’ezîranê protêstokirinên usa t’eşkîl kiribûn, lê bona ku qanûnên organên saxlemîxweykirinê xweykin, yên dijî koronavîrûsê, ew derbaz nekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button