SerekeSîyasî

Lavrov t’evî opozîsîya Sûrîyayê pirsên girêdayî Sûrîyayêr’a gotûbêj kirine

Wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên der Sêrgêy Lavrov r’asthatina t’evî şuxulk’arên opozîsîya Sûrîyayê derbaz kirîye, wextê k’îjanê alîya pirsên aktûal gotûbêj kirine. Nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê,wekî wextê qisê pirsên h’elkirina pirsgirêka Sûrîyayê, yên li ser h’îmê r’êzolyûsîya Organîzeya Net’ewên Yekbûîye hejmara 2254-a, hatine h’îmdanînê. Hatîye dîyarkirinê, wekî Lavrov derheqa hazirîya Moskvayêda îzbat kirîye ku piştgirîyê bidine dîyaloga pirsa Sûrîyayê, bona ku serbixwetîya dewletê lez bê dasekinandinê û qewînbûnê, yektîya têrîtorîyayên Sûrîyayê bê dasekinandinê û qewil bona miletên li wire başqe-başqe bên sazkirinê. Sedira şêwira şuxulkir ya “Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk” Îlham Ah’medê û k’atibê partîya “Xwestina milet” Qadirî Cemîl e’lamî wezîrê R’ûsîyayeyî k’arên der kirine, wekî di navbera van herdu partîyada mêmûrandûm hatîye îzbatkirinê.Em bêjin,wekî konflîkta li Sûrîyayê ji sala 2O11-da destpê bûye.Dawîya sala 2O17-a hate e’lamkirinê,wekî k’oma DAÎŞ-ye têr’orîstî bin k’etîye, lê li neh’îyên başqe-başqe opêrasîyonên bona paqijkirina ji ç’ekdara tên derbazkirinê. Merem ewe ku pêşda ji alîyê sîyasîda h’al bidine normalkirinê, Sûrîyayê bidine dasekinandinê û paşê mihacir veger’ine malên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button