H’emû nûçeSereke

Meremê Ermenîstanê û R’ûsîyayê yê t’omerîye: r’ola baza R’ûsîyayêye 1O2-a k’îjane

Cîwarkirina baza r’ûsaye 1O2-ye li Gumirîyê, alî ç’areserkirina bêqezîyabûna herêmê dike û li Yêrêvanê bona xweykirina wê h’ewask’arin. Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan e’lametîya wî cûr’eyî wextê hevp’eyvîna t’evî “Întêrfak’s”-ê belav kirîye.Wezîr daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan bona t’u welatî qezayê r’aber nake. “Nava goveka bêqezîyabûnêda berjewandîyên Ermenîstanê û R’ûsîyayê yên t’omerîne û hema li ser bingeha van berjewandîyên t’omerî ew yek hatîye çêkirinê.Baza leşkerî jî alî dike ku bighîjine wî meremî”,-Mnasakanyan gotîye.Baza R’ûsîyayêye 1O2-ye li bajar’ê Ermenîstanêyî Gumirîyê, nava doranên sîstêma Welatên Hevalbendîya Serbeste p’arastina hewê nobedarîyê dike.2O-ê t’ebaxa sala 2O1O-a, we’dê peymana derheqa cîwarkirina bazayêda h’etanî sala 2O44-a hatîye dirêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button