SerekeSîyasî

Ştatên Amêrîkaêye Yekbûyî dikare sîyasîya xweye li Îraqê careke mayîn lê binihêr’e, heger derbên bi r’okêta berdewambin

Bi t’exmîn Waşîngtonê sîyasîya xweye li Îraqê lê binihêr’e, heger derbên bi r’okêtaye hindava hêzên ŞAY û wek’îltîyên dîplomatîk berdewambin. Derheqa wê yekêda baylozê ŞAY-yî li Îraqê Mêt’yû T’yûlêr gotîye.Ev e’lametî 31-ê t’ebaxê, piştî wê yekê hatîye belavkirinê, wextê ku du r’okêtên “Katyûşa” li ber fir’egeha Bexdayêye navnet’ewî k’etine.Nava h’evtêkêda eva cara sisîya bû, ku dijî wan cîya êrîş tê kirinê, li k’îderê hêzên Ştatên Yekbûyî cîwarkirîne. “Dengên êk’strêmîsta belav dibin, yên ku aktîvîya leşkerîye dijî ŞAY r’aber dikin û ew deng anegorî berjewandîyên cime’ta Îraqê û Îraqê nînin”,- bayloz gotîye. Waşîngton gelek cara r’ezedilvanên şih’îyên îraqîye girêdayî T’êhranêva, gunek’ar dike, yên ku êrîşê dibine ser hêzên Ştatên Yekbûîye li Îraqê. Baylozê ŞAY usa jî gotîye,wekî welatê wî naxweze ku li Îraqê bazayên leşkerîye hert’imî hebin û Waşîngtonê qirarke, ku eskerê wî wê li Îraqê bimîne, yan na, ew yek “hazirîya hêzên îraqîva” girêdaîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button