
T’irk’îyayê R’ûsîya bona t’eglîfkirina li Moskvayê û derbazkirina bo hevraxeberdanaye t’evî Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk, r’exne kirîye, çimkî ew h’esab dikin,wekî Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk PKK-êva girêdayîye. Ewê usa jî bangî Moskvayê kirîye ku anegorî prînsîpên k’oma Astanayê bixebitin. “Em yazixîyê e’lam dikin, ku k’oma Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk t’eglîfî li Moskvayê kirine û ew k’om ji alîyê seroketîya derecebilindda hatîye qebûlkirinê”,-nava e’lametîya wezîreta T’irk’îyayêye k’arên derda hatîye gotinê. Caba T’irk’îyayê hema wê r’ojê bû, wextê ku T’irk’îyayê dêlêgasîya bi serk’arîya cîgirê wezîrê k’arên der Sedad Onal girêdayî pirsên Lîbîyayê û Sûrîyayêr’a şande Moskvayê. Li wezîretê e’lam kirine, wekî T’irk’îyayê ev gav bona wê yekê avîtîye, bona ku wextê hevr’axeberdana fikira T’irk’îyayê li wir bê e’lamkirinê.







