H’emû nûçeSereke

Encamên lehca bi navê “Şer’k’arê aşîtîyê” hatine t’omerîkirinê

Li mek’t’eba Dîlîcanêye leşkerîye ser navê Mont’ê Mêlk’onyan heytehola girtina lehca navnet’ewîye bi navê ” Şer’k’arê aşîtîyê” derbaz bûye. Li wir usa jî wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan, cîgirê wezîrê R’ûsîyayêyî p’arastinê, gênêral Andrêy Kartapolov,wek’îlên wezîreta p’arastinê û hêzên sîlih’kirîye derecebilind, usa jî wek’îlên leşkerîye baylozxanên welatên der hazir bûne. Bi t’omerîkirina encamên lehcê, nava jinada eva sala sisîyaye ku lêytênanta hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî Armînê Grîgoryanê cîyê e’wlin girtîye. Cîyê dudada, lêytênanta ji R’ûsîyayê Alêk’sandra Axtûlovaye, cîyê sisîyada sêrjanta ji Yûnanistanê Kûtûzog’lû Gêstîmanîse.Nava mêrada wek’îlên R’ûsîyayê cîyê e’wlindanin. Bi t’omerî hildayî cîyê sisîyada K’omara Bêlar’ûsîyayêye, lê cîyê dudada K’omara Ermenîstanêye.Wextê lehcê, k’oma R’ûsîyayê cîyê e’wlin girtîye. H’emû t’evbûên lehcê bi mêdala û p’êşk’êşên giranbihava hatine r’ewakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button