H’emû nûçe
Ermenîstan nava navnîşa îndêk’sa pêşk’eftina êlêktronîda t’abîyên xwe bi 19 xala pêşxistîye

Nava îndêk’sa pêşk’eftina êlêktronî, Ermenîstan nava navnîşa 193 welatada cîyê 63-ye û t’abîyên xwe bi 19 xalava pêş xistîye. Derheqa wê yekêda wextê civîna h’ukumatê, cîgirê serekwezîr Tîgran Avînyan daye k’ifşê.” Ermenîstan bi t’evbûn nava navnîşa êlêktronî nava welatên herî pêşdaçûyîdane. Em dixwezin bi hacetên êlêktronî t’evbûna welatîya hê bidine pêşxistinê bo bir’yargirtinê”,- bi r’agîhandina “Armênprêss”-ê, Tîgran Avînyan gotîye.